LI MALA GEL SIFRA MEWTÊ

LI MALA GEL SIFRA MEWTÊ Zerî ya kurda kujer kirin Çavê dayikan hêsir kirin Dil û ceger bi xwîn kirin Gelê kurd bi xemgîn bû Belê xuşka deniz bi tenê Hay tune ji daf û kemînê Kefen bû ji elem û xwînê Keça kurda bê haydarbû Keça kurd û kurdistane Neyarê hov li te mêvane Li ser sifrê taştê û nane Mêvan kujer te nizanbû Nîvçe mabû nan û taştê Li mala gel sifra mewtê Zeytûn û fringî û çay tê Ê kujer kir ew mêvan bû Didin soz û bi peymanê Tu kes nake girî û şînê Em ji bîr nakin te şêrînê Heta ku welat felat bû Tu raperîn û hevalekbû Gelek hêja û delalek bû Ji bo kurda şepalek bû Di mala xwe tu bijartîbû Bi wijdan û bi bawer bû Welatparêz û perwerbû Pir jinxas û bi ceger bû Ji gelê xwere birastî bû Keça kurda dilşewatbû Can û rihê xwe wê dabû Li xizmeta mala gel bû Bê tirs û saw li ser karbû Zeriya kurdan xatir nexwest Li goristan neda me dest Kê te didît ew bûn sermest Te dil li wan guvaştî bû Emê çawa te ji ...