EZ BI GORÎ ME
EZ BI GORÎ ME!
Derd û kulê min welate
Dil û cergê min bişewate
Ez ferdekî kurdistanim
Dil bi êş û jan û birînim
Ez dûr ketim ew di dilda
Çavê min ma tim di rêda
Vena hesim ji ber wî da
Dikim circir ji wan derda
Ez bi gorî me eya xweda
Tu hilde jor ala kurda
Lolo, seyda yê jîr û zana
Deng gihiştîye asîmana
Ji bo kurda hişyar bûne
Mixabin hîn dixewdane
Ev çend sale ez dibêjim
Ez bi heşim ez ne gêjim
Ez bi hêzim wek tîrêjim
Hêsirên çava ez dirêjim
Bi xwedê min te pir heband
Neyar te j'destê min revand
Bi kêrek ko dilê min çirand
Hinav û cergê min kewand
S,mêrdînî, 06,10,20
Yorumlar
Yorum Gönder