HOZAN DILGEŞ
HOZAN DILGEŞ ....
D
Hiştin d'nav kul û derda
Cerg û dil sotin bi serda
Axîn û keser ma di dildmma
Te da ser rêya bê veger
Kal û bapîr ê me da ser
Dilê kurda bi ax û ked
Tev bi êş û kerb û keser
Jibo welat bûyî serxweş
Herdem te xwe dida pêş
Wek lehenga dikir şoreş
B'tenbûr û b'dengê xweş
Hozan dilgeş zerdeştî bû
Nisêbîn ji gundê fiskîn bû
Malbatek kurd ê êzîdî bû
Ji bona welat can gorî bû
Ligel netew hozan dilgeş
Dengê xweş û rûyê bîgeş
Ew strana teyî li bagokê
Gelek bi me di hatî xweş
Tim dibêjim hozan dilgeş
Mêrxasbû di wan rojê reş
Hezar rehmet l'gora te bî
Bibîr tînin ew dengê xweş
Seyda Mêrdînî 01//04//17
Yorumlar
Yorum Gönder