ÇEP GERÎYA FELEK
ÇEP GERÎYA FELEK
Dilê min l'cem dîlberek
Li min çep geriya felek
Mam d'nav kul û derda
Pir êş li min bûn peyda
Roj bi roj ez dibim kal
Gelo wê çawa be hal
Pişt xûz bûye mane dal
Rojên diçin naçe ji bal
Rih û por li min bû sipî
Kêm bû hêza dest û pî
Xortanî ya min bihurî
Ciwanî ji min çû dûrî
Tiştê ji mêj naye bîr
Diyar re ez bûme pîr
Li min tarî bûne çav
Nikar im bavêjim gav
Jiyana min îro bûye jar
Weke salên kevn û par
Min bawerkir bûme kal
Ezê çi bikim milk û mal
Hember dijminê neçar
Bûme xemgîn û bêçar
Îro ez mame bi tenê
Dûr bûm ji kêf û kenê
Li xeman bûme sekan
Ji min re bûye mekan
Îro kes guh nade min
Cih û war firot dijmin
B serê hişk û wek kevir
Dijmin welat ji xwer bir
S mêrdînî, 04/01/2021
Yorumlar
Yorum Gönder