DEMSAL
DEMSAL
Bihar xweşe, bi keske soran
Bihar xweşe, hêşinahiya daran
Bihar xweşe, ber karik û berxan
Bihar xweşe, li baxên gulan
Havîn xweşe, bi paleyî û şixran
Havîn xweşe, bi firîkê aringan
Havîn xweşe, ba hatina li bêderan
Havîn xweşe, li bin sîya daran
Payîz xweşe, bi şahî û seyran
Payîz xweşe, li cem dost û yaran
Payîz xweşe, b'rengê pelê daran
Payîz xweşe, b'çûna ser mehseran
Zivistan xweşe, bi hatina berfan
Zivistan xweşe, êvarî li civatan
Zivistan xweşe, li ber arê tifikan
Zivistan xweşe, bi çîrokê dapîran.
S Mêrdînî. 13.12.20
Yorumlar
Yorum Gönder