XERÎBÎ
XERÎBÎ
Ez li xerîbiyê dinalim
Şopa welat ez digerim
Min şev û roja heware
Ew şopê ez nabînim
Bêhnvedan û raza bûm
Xeyalên welat de bûm
Nihêrî l'çiyayê mazî me
Rêka mêrdînê de bûm
Çav ji xewê min vekirî
Rondik ji çavan dibarî
Wek barana hûr hûrî
Bi axîn û hewar û girî
Li ber serê min kalekî
Ji min çend pirsa dikî
Got; seyda yê mêrdînî
Tu bi keser û bi axînî
Ya rebbê min ya xweda
Dilovaniyê bike li seyda
Dermanê wî li cem teye
Jê dûr bike, kul û derda
Rê, şopa welat nîşanke
Wî ji xerîbî yê xelas ke
Ji bo xatirê navê xwe
Tu kurdistan serfirazke
S mêrdînî 05/01/2021
Yorumlar
Yorum Gönder