EVÎN NE BI ZÊR Û PERA YE
EVÎN NE BI
ZÊR Û PERA YE
Evîn ne bi zêr û pera ye
Ne bi derew û vira ye
Evîn bilinde di dilda ye
Herdem jibo dildara ye
Evîn ne male tu pir bikî
Ne qonaxe tu bilind bikî
Ne xwarin û vexwarine
Tu zikê xwe jê têr bikî
Ê di xwaze evînê nas bike
Evîna mem û zînê saz bike
J'sîyamend û xecê pirs bike
Dildarekî yara wî jê dûr bike
Seyda yek ji wan dildara
Min pir dî ji destê neyara
Dijwarîyek giran bi bara
Wan min dûr xistî ji yara
S mêrdînî, 03.06.20
Yorumlar
Yorum Gönder