DIL KEVIRÎ
DIL KEVIRÎ
Gulê hin car dil kevirî
Carna wek pêt û agirî
Bi hêz wek şûr û bivirî
Kêr û xincer dil dibirrî
Car tu wekî baxê gula
Seda didî wek bilbila
Tu dibêjî stranên dila
Govend û dîlana mila
Ax bi wan demên berê
Li gundê meyê şengerê
Timî diçûm bin bêderê
Bendî te bûm gula zerê
Heger dinya li me rabe
Jiyana me bê hev nabe
Jiber ku em yek canin
Loma bime bawer nabe
Agir di dilde gûr neke
Bela biska ji zilfa veke
Bi tilyê nazik pora şeke
Loma tucar ji min neke
Dengê gulê limin xweşe
Temen dibe deh û şeşe
Ger laşê min pirr biêşe
B'dengê gûlê dibe geşe
S Mêrdînî 09.06.2021
Yorumlar
Yorum Gönder