JI GELÊ XWE HEZ BIKÎ




JI GELÊ XWE HEZ BIKÎ


Ji gelê xwe hez bikî, 

gel ji te qet nagere.

Çendê ji wan birevî,

ewê li pey te were.


Kurd aşiqê hev bibin, 

wek evîna mem û zîn.

Dema hevdu nebînin,

bibin bi xem û hezîn.


Hez kirinê bîne ziman, 

evîna xwe û welat.

Hindî xurt be ew evîn, 

wek çiyayê cûdî û xelat.


Bibin netewek zanyar, 

dê her kes bike xebat.

Bi zanist û dadmendî,

dê zû azad kin welat.


Gelek xwe dikin zana,

bawer bikin jî nezanî.

Welatê xwe tev firotin,

bi dirav û bi erzanî.


Qilêrok û tev xayînin,

têne hev dûv bi beranî.

Ew karê pîs û qirêj,

bav û kala ji mer danî.


S Mêrdînî 10,06,2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL