AXA WELAT!
AXA WELAT!
Axa welat bi pê û bibost
Dan bi kursî, pera û post
Ji hewler hetanî amedê
Pêk nayîne na bine dost
Hûn dikin kom û civînê
Serê xwe pê ve dêşînê
Herin mala xwe hûn rûnê
Pêş kêşî karê we nînê
Civînê we gelkî dirêj bû
Serême pir pêre gêj bû
Dilê we tijî kîn, qirêj bû
Bê tifaqî, tê de dirêj bû
Di civînê, her wekî caran
Jibo cîh û kursî û peran
Ji wan gotin û bir yaran
Qet tune behsa hejaran
Hûn jibo doz hev girtinê
Hizbek bese ew bi tenê
We doz daye malê dinê
Tifaq ketî ye ber mirinê
Heçê civînên bi vî karî
Di wê de nîne kurdewarî
Mezin dibêjin ehlê parî
Ew qet nabînin tu warî
Her çi civînê we girtine
Bê encam û bê bextine
Bîr, bawer jê wê avêtine
Dîrok bo we çi bibêjine
Kurdperwerî ne wek weye
Biryarê we ne jibo meye
Bo çepên neyarê meye
Derdê me hûn bixweye
Kar bi destê vî zemanî
We çi bi serê kurda anî
Kurdî tî kirine bazirganî
Welat we firot bi erzanî
Ger yekî mafê me gotî
Dibêjin wî ziman sotî
Sereka welat tev firotî
Ling li kurda kirin çotî
S mêrdînî, 01,08,2018
Yorumlar
Yorum Gönder