DAR DI DEST!
DAR DI DEST!
Kurdistan teq û reqe
Kurd nebûn yek tifaqe
Dijmin û hov geşt dikin
Li dijî kurda bi tifaqe
Ji celad ra dar di dest
Hizba netewî şikest
Di hemû jiyanê da
Ne bûn azad û serbest
Di kurdî, nehiştin tam
Dijî hev bira û pismam
Jibo berjewendên xwe
Ji dijmin ra bûn xulam
Bela tên ji nişkave
Xayîn bi malê dinyêve
Welat bi dirava firot
Doza kurd ma nîvcove
Wan kurdistan firotin
Dilê netewa kurd sotin
Lewma liser axa me
Neyar û hov cot cotin
Bawerîya do,pêr nema
Kurd ketin kul û xema
Xwîna xort û ciwana
Dan bi zêr û dîrhema
Hina dest hildaye zend
Kurdî tî kir berjewend
Ji bona malê dinyayê
Ji bo neyar bûne bend
Xweş dihat bi neyara
Dirandin, dilê hejara
Ew birînek gelek kûr
Derman nabe tucara
Riha mirov dibe bost
Dijmin nabine dost
Ger welat jî çû ji dest
Bi kêr nayê per û post
Welat warê kurdaye
Bi rûmet pir buhaye
Welat nayê firotin
Can û giyana dilaye
Kurdistan pir şêrîne
Cîh wargehek zêrîne
Ger kesê welat firot
Ew qilêrok û xayîne
Ji mêj em nebûn yek
Ji hev dûr bûne gelek
Neyar bûn warisê me
Li me kirin fen û dek
Kar b'destê dirav xûr
Qilêrok bûne ser şûr
Hay ji welat tineye
Ne nêzik û ne jî dûr
Dûrin ew ji heqîqetê
Di kêf û zewqa lezetê
Ger ew wisa bimînin
Nabînin em dewletê.
S Mêrdînî 27.05.21
Yorumlar
Yorum Gönder