BIRÎN JI MÊJ
BIRÎN JI MÊJ.
Dikim qêrîn û zûr, zûre
Delal gelek ji min dûre
Laşê min tev bi birîne
Birîn ji mêj kevne kûre
Birîn b'kêr û b'xencere
Di pişta min rim û şûre
Dijmin hawir kirye sûre
Deng naçê gelekî dûre
Delal zerya keskesore
Rengê wê li erd û jore
Girgire li ber guhê min
Guh li min kirîye kerre
Neyar û hov ligel heve
Ez û delalê ketin teve
Em xistin daf û kemîna
Hebûn ji xwe birin teve
Rojên xweş roja me bû
Li me rêş û tarî kir bû
Pertal, dexl û danê me
Talan kir û j'xwer birbû
S, Mêrdînî. 11.06.21
Yorumlar
Yorum Gönder