BIYANÎYÊ !



BIYANÎYÊ !


Jiyana  min ne jiyane

Bi derd û kul û bi jane 

Laş ji van êşa pijyane

Xerîbîyê ez helandim 


Ez helandim vê jiyanê

Kerb û kederê cîhanê 

Pir dikşînim ez ziyanê

Biyanîyê ez helandim 


Ser û bin kirim hinavê 

Ji mêj ve heta vê gavê

Min vê jiyanê qet navê

Mişextîyê ez helandim


J'van êşa bi derdkêşim

Mîna evdalkî dewrêşim

J'mêj ez derda dikêşim

Koçberîyê ez helandim 


Êş giranin ê dî nikarim

Ji ber evîna te bi janim 

J'bo welat bi xemgînim

Penaberyê ez helandim


S Mêrdînî 27.08.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL