GULÊ DIÇE BER BI KANÎKÊ



GULÊ DIÇE BER

                   BI KANÎKÊ

Gulê diçe ber bi kanîkê

Ber hev dike ew tûzikê 

Fîstan dirêje li gûzekê 

Por reşê kezî li kabokê


Gulê tu wek kar xezalî 

Beybûn û nêrgiz û lalî 

Bedew û rind û delalî

Şitla rihan nig bi xirxalî 


Dil heye ez te himêzkim

Eşq û evîna te hêzkim

Jibo derd û kul û xema

Di dil û hinavê xwe kim


Gula baxê xwe bibînkim 

Şevê reş tarî bi çira kim

Bi dil û can te hez dikim

Çawa bikim te bîr nakim


Xwezî min gulê nedîba

Bila dil bê zar û tazî ba

Bê dost û bê xwedî ba

Di wê kêlîkê ez mirîba


S mêrdînî 21.06.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL