GULISTAN WÊ BIBE FELAT
GULISTAN WÊ
BIBE FELAT
Ez li kolan û li qadan
Serekê mêr û egîdan
Xort û ciwanê kurdim
Şox û şepal û medim
Him gernas û lehengim
Pêşmergekî bi cengim
Ez şervanek bi dengim
Xwedî netew bi şengim
Mêrxas wekî min nîne
Dijmin û neyar nedîne
Şev û rojan wek şêrim
Li hemberî sed mêrim
Dema şûr ez dikşînim
Ez gelek serî difirînim
Bû hewt,hewta neyaran
Tirs û saw ket dilê wan
Çek û tiving li meydanê
Dibare wek tavê baranê
Neyar tev tarû mar bûn
Ziravê wan qetî ya bûn
Revîn derketin ji welat
Gulistan wê bibe felat
Mizgîn li qamişlo, xelat
Amed, hewler, mahabat
S mêrdînî 22.06.2021
Yorumlar
Yorum Gönder