NESRÎN!
NESRÎN!
Nesrîn tu rind û ciwanî
Gula li nav baxê rezanî
Li gel min bibe mêvanî
Ji bo dilê min dermanî
Nesrîn tu mêvanê minî
Li ser her du çavê minî
Tu bi şeref û bi rûmetî
Cî xan û wargeha minî
Nesrîn tu pir dûrî minî
Tucar naçî ji bîra minî
Dil jibo te dem û gave
Tu çav reş xezala minî
Nesrîn rinda min bêje
Derdê xwe minre birêje
Ez ket im derya evinê
Bo te bûm kerr û gêje
Nesrîn delal li min çikir
Dil û cergê min birîn kir
Ez kirim wek serxweşa
Rê li pêş min winda kir
S.Mêrdînî. 13.09.2019
Yorumlar
Yorum Gönder