HALÊ ME TIM!
HALÊ ME TIM!
Em bin destê vî neyarî
Li me bûne gurê harî
Halê me tim perîşane
Dilê me bi qêrîn û zarî
Egît û şêr hev ceng dikin
Dilê dayikan dax dikin
Guh didine dijminê xwe
Kurdistan tarûmar dikin
Neyar û hov birçî hişte
Em pêxwas û tazî hişte
Rewşa me qet nebaşe
Tiştek ji bo me nehişte
Dirandin libasê ser me
Girankir derd û kulê me
Em pir gelkî westiyane
Deng nayê ji serekê me
Bi çavê xwe em digerin
Em birevin ji vir her in
Derdora me tev kemîne
Jiber wê em bêtevgerin
Direvin ber bi çol û çiya
Nava wan dar û devî ya
Bêhna azadîyê li wir tê
Rojek xweş liwir dixûya
Pêşmerga li wir bibînin
Ger li wir wana nebînin
Deng û sewta egita tê
Em bira kujî rawestînin
Jan û êş ketye serê me
Kesek tune ye ligel me
Xwediyê xelkê tev hene
Ev çi bû hatye serê me
Gava xwediyê me heba
Her kes wê li rex meba
Ne dibûne dîlê stûxwar
Wê cîhê me ser kursîba
S mêrdînî 11.06.2021
Yorumlar
Yorum Gönder