BELENGAZ KUŞTIN
BELENGAZ KUŞTIN
Belengaz kuştin bi kerb û bikîn.
Gelî û newal tijî bûn ji xwîn
Ecêba wê kengî jibo me mizgîn.
Divêt azad bim d'demek lezgîn
Ji xeynî gelê kurd êsîr nemane
Hezarên sala ser me fermane
Derd û kulê me gelek girane
Birîn zehf kûr in nîne dermane
Şêrên kurda tim nemir xuyane
Mal zanîngehe ew lê gihane
Ji mêj de ew mêrxas wehane
Bo welatê xwe ew can fedane
Derya çavên wan ez pir dûr birim
Wan di tarîya xwe da ez êsîr kirim
Lê neveger, wan bi derd
û kul kirim
Wan di eşqa xwe da ez zîndan kirim
S mêrdînî 15.06.21
Yorumlar
Yorum Gönder