EW KAR XEZALE!
EW KAR
XEZALE
Ew kar xezale
Xweşik delale
Ew çav bi kile
Dil kirî ye kule
Horî û gul perî
Çavên bi hêsirî
Hinav limin dirî
Wê hişê min birî
Rex min rûnişte
Rondik çav şûşte
Çi xweş dinere
Zerî tineye pişte
Ahengek rindî
Bê şerm û fedî
Destê min girtî
Bi dilêrek hêdî
Em çûn bin sîyê
Li dara berrû yê
Wê dîsa nerî yê
Navê mi pirsî yê
Min bersiv daye
Ez nav seyda ye
Gundê min kavil
Min war tune ye
Min jê pirsî ye
Navê te çî ye
Bersiva min da
Got nav horîye
Rûyê bi ken bû
Destê mi girti bû
Çav limin da bû
Deng lê ketî bû
Çû xatir xwestî
Kenya zû mestî
Dilê min xwestî
Bi weş û hestî
Bi lewaz meşî ya
Bi melûl nerî ya
Çav hêsir girî ya
Dil bi pêt kirî ya
Seyda mêrdînî
04//02//2020
Yorumlar
Yorum Gönder