GUNEHÊ MIN
GUNEHÊ MIN
Gunehê min wekî ava çemane
Ez rû reş bûm li huzûra yezdane
Ji şerma ezê çawa dê herim pêş
Çi bêjim dê çi bikim sed car emane
Hevalo tedbîrek ji halê min bibîne
Li ser min barek bê hed girane
Her rojek temen ji min diçine
Ditirsim bimirim bê tobe mane
Tobe ji vî temenê derbas bûyî
Nizanim dê çend rojê min mane
Ya xweda jibo xatirê qenc û se'îda
Li ber mir nê tu min bikî poşmane.
S mêrdînî 30.09.19
Yorumlar
Yorum Gönder