KERBELA!
KERBELA!
Kerbela ma kes nabînê
Huseyin di nava xwînê
Kes tune ye bike şînê
Kerbela bû gola xwînê
Huseyinan kujer kirin
Serî ji gewdan jê kirin
Hezar lanet li yezîdbê
Nevîyê resûl jehr kirin
Kal û pîra tev hev kirin
Derdor li wan pêç kirin
Bê nan û bê av hiştine
Tev ji birçîna ew mirin
Dengê resûl çima nayê
Şêrê 'Elî li ku mayê
Herin bêjin zeynebayê
Emê her in kerbelayê
Em bîr nakin kerbelayê
Li gerdûn, li ber çavayê
Dilda deqek reş lê dayê
Kes di gazî ya me nayê
Lez bikin yezîd bixînin
Tola huseyna em hilînin
Lênûs,pênûsk b'gerînin
Bi hûbra sor binivîsînin
Bome herder kerbelaye
Her dem roja eşûra ye
Yezîdan dîsa al hilda ye
Zulmê dikin li hejara ye
Lanet li yezîda pir werî
Wek baran berfa dibarî
Cîh dojeh, çirav û herrî
Bişewit di nav pêt û arî
S.Mêrdînî 12.09.2017
Yorumlar
Yorum Gönder