KURDINO!
Kurdino! rabe,
zeman tenge.
Ar û pêt ketî,
dil û cerge.
Li ser welat,
şer û cenge.
Xebata we,
tev bê denge.
Hovana, em
çilmisandin.
Bi ol û pergal,
em xapandin.
Find û çira,
me tefandin.
Li bin zilmê,
em civandin.
Ji te gazin,
hemû kulfet.
Hawir dor te,
gel û millet.
Nêrîna rewşa
eyb û şerme.
Ji ber wusa,
em bê dewlet.
Ger bi zimanê
xwe bixwînin.
Kurdewariyê,
bi cîh bînin
Ger tovê jînê,
em biçînin
Wekî xelkê,
jînê bibînin.
S mêrdînî
08.12.19
Yorumlar
Yorum Gönder