GUNDÊ MIN !
GUNDÊ MIN!
Heylo gundo dilê mino
Warê bav û kalê mino
Dijmin em koçber kirino
Ey felek, malik ne ava
Gundê min mij dûmane
Heval erdal lê mêvane
Neyar girtin dor malane
Ey felek, malik ne ava
Gundê min agir pêket
Gul û kulîlk li ber bêket
Dilê dayikan agir pêket
Ey felek, malik ne ava
Gundê min şer dijware
Heval erdal lê birîndare
Li herder ar û pêt dibare
Ey felek, malik ne ava
Gundêmin tev kavil kirin
Heval erdal şehîd kirin
Mal û milk me talan kirin
Ey felek, malik ne ava
Gundê min şehîd daye
Şehîd erdal ji rojava ye
Bû rûmeta me kurdaye
Ey felek, malik ne ava
S, mêrdînî, 07.09.2020.
Yorumlar
Yorum Gönder