DELAL RINDA MIN!
DELAL RINDA MIN!
Delal rinda min meçe
Sebra dilê min meçe
Eşq û evîn pirr xweşe
Min nehile tu meçe
Delala min çavan veke
Tu carek limin mêzeke
Herdu çavê min bi girî
Bilî te kesî mêze nake
Şox û şengê deng bike
Dilê xwe ji minre veke
Lo dilo çi bi te hatîye
Bi bêje tu şerm meke
Delala min bi lez bêje
Derd û kulê xwe birêje
Ez ketim derya evînê
Wekî mey xwarê gêje
Tuyî mem, ezim zînim
Ger saxbim û bimînim
Eşq û evîna te jîr kirim
Dema ku ez te bibînim
Tuyî delal, ezim dildar
Ji dest evîn, ez bê war
Jîn li min kir tar û mar
Dil û hinav hatye xwar
Tuyî bedew, ez evîdar
Ji bo te dikim zare zar
Were rex min rindê yar
Li min bibe sî û sitar
S Mêrdînî 19.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder