TA MIRINÊ




TA MIRINÊ 


Ez şêr û egîtê rojava me

Can gorîyê xaka xwe me

Ez gernasê gelê xwe me

Her demê ez li qada me


Ez sozdarê gelê xwe me

Ji bo kurdistanê gorî me

Sar û bager min nexeme

Ez şev û rojan li piya me


Cengawer ê dil birîn im

Kul û kesera di civîn im

Li ser rêya dergevan im

Tax û kolana şervan im


Serbazê nava gunda me

Bi eşq û evîn, serî hilda me

Ez aştî xwaz û ez aramî me

Ta mirinê pey doza xwe me


S Mêrdînî 10.10.2018

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL