GER KU EM!
GER KU EM!
Ger ku em li halê xwe bi pirsin.
Em ê zû bibin xwedan kursî.
Dema ku em tevde bi tirsin.
Nabin xwedî meqam û kursî.
Kurd eger ku li xwe ne pirsin.
L ku zane, kînin an jî çi kesin.
Dema ku em ji neyar bi tirsin.
Qet na bin xwedî taç û kursî.
Tevde bi gerin li dîroka xwe.
Dest bidin hev ji bo gelê xwe.
Berhev bikin çîroka jibo xwe.
Bixwîn fêr bibin dîroka xwe.
Seyda mêrdînî 26/1/20
Yorumlar
Yorum Gönder