LO DILO!


LO DILO!


Ev dilekî bê dewlete

Wekî kawayê hedate

Ne hesin û ne xebate

Bi derd û kulî, lo dilo


Ev dilekî bê hekîme 

Ditirse bêje ez kîme 

Me ne war û ne xîme

Bê cîh û warî, lo dilo


Ev dilekî pir feqîre 

Tim bin desta hêsîre 

Pênûsa wî wek tîre 

Tu tîrik avêjî, lo dilo


Ev dilekî tim tîr davêjî 

Derd û kula tu dibêjî

Ji pênûsê xwîn dirêjî

Bi tîr birîndarî, lo dilo


Ev dilekî pir, birîndare

Nikar lêkî wek hercare

Qedexe ye nivîsa kare

Tu bi xemgînî, lo dilo


Ev dilekî tim pîr û kale 

Nexweşekî pir bê hale 

Ew wek kesê pişt li pale

Tu bi êş û janî, lo dilo


S mêrdînî, 30,05,2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL