ZIMAN LAL BÛ!
ZIMAN LAL BÛ!
Destê sibê min keçik dî bû
Çav li xew û li ber derî bû
Ber bi wê ve çûm min jê pirsî
Got şeva çû min xew nedî bû
Min rind li wê temaşekir
Wek horîyek bihuştî bû
Aqil û mejî ji xwere vekir
Çi qûdretek rehmanî bû
Ketim nav baxê bihuştê
Çend lib mindî xelatî bû
Ji zêr kember li wê piştê
Ezan im neqşê manî bû
Bejin dirêj wek sipîn dare
Kiras û şalê mîtanî bû
Kihêlek li ser bi zincîre
Ji wê pesnê mêrdînî bû
Çavê min kevrê xarî bû
Rû wek hîva li çar deh bû
Tilîyê desta şiva zer bû
Dil jimin bir min zanî bû
Sed tîr wê li dil dayî bû
Wek şîşek sor pêv danî bû
Çewa bikim ziman lal bû
Serî li ber pê min danî bû
Çep û rastê xwe nas ne kir
Ez di çim ku min nizanî bû
Hezar sal min hûner saz kir
Bi wî dengî çi qûmrî bû
Min ev rista j'şêx re gotî
Serî hejand ne razî bû
Ku ev pesnê hinav sotî
Di jînê da min nedî bû
Eger şêx ew keça bidya
Wê bi gota çi horî bû
Ewê şaşik ber ba biç ya
Çi şêxe kî ser serî bû
Wê demê wê xwe zani ba
Agirê bizot dil danî bû
Rebbê min ji wî ne razî ba
Gunehê min wî hilanî bû
Li seyda negrin ew dil dare
Tiştê min got tev wusa bû
Dilê min tije pêt û are
Hinek şev min hilanî bû
S mêrdînî. 05.02.13
Yorumlar
Yorum Gönder