GULÊ HER DEM TU DELALÎ
GULÊ HER DEM
TU DELALÎ
Gulê her dem tu delalî
Gul stêrka can û malî
Gulê kul darê derda yî
Ingirî dev j'min berdayî
Bi xeyda te birîn darim
Ji bo eşqa te ez mirim
Nesax ketim ji derdê te
Dil razaye dinav kulê te
Ez û dil ji xew ra ne bûn
Birîn tev bêkew ma bûn
Na kewînin birîna min
Tune ye gul stêrka min
Ez û gul stêrka rebenin
Birîn tev ji termê menin
Perpitîne di nav derdan
Me girtine nayê berdan
Girtîne bi wext û deman
Qedexe kirî li me ziman
Em bêziman çawa bêjin
Jiber wilo em lal û gêjin
S Mêrdînî 27.05.2020
Yorumlar
Yorum Gönder