NESRÎN!
NESRÎN!
Herder li min bûye tengî
L'ser te ez har û dîn bûm
Tu kes nedîm bi vî rengî
Nesrînê gulek bi renge
Rûyê min çû ser çenge
Razêm serî li ser sînge
Delal li min bû derenge
Nesrînê maçek ji lêvan
Sîng û ber li cotê sêvan
Ger mirim jî xem nake
Piştî ligel min tu mêvan
Nesrîn dil jibo te digirî
Bû ye wek pêtek agirî
Cerg û dilê min helîya
Ger tu neyê dil di mirî
Nesrîn rewş pir xirabe
Ji goran tu kes ranabe
Ger tu mi derman nekî
Derd û kul, çare nabe
Min hewar sed heware
Dil û cerg bi zare zare
Yan wê nesrînê were
Yan ezê herim axa sare
Bilez çûm cem mêrdînî
Dermaek jibo min nabînî
Dilê min ketî ye nesrînê
Çarekê ji bo min bibînî
Mêrdînî bilez û bez kir
Ber xwe tijî pirtûk kir
Yek bi yek tevd xwendî
Pel bi pel wî wergêr kir
Çara te êş û evîna dile
Ji bo zerîya çav bi kile
Nav nesrînê li rex gule
Dixwîn bi sewta bilbile
S, mêrdînî, 13.09.2019
Yorumlar
Yorum Gönder