MÊRDÎN!
MÊRDÎN!
Mêrdîn gelekî rinde
Mîna xemlekî cinde
Li ser lat û zinare
Cihek xweş û bilinde
Ez gorî me lo dilo
Dilê min hero li wiro
Ji te pir ez hez dikim
Him şev û him birro
Çem û rûbar û kanî
Cih egîd û şêranî
Warê mêr û mêranî
Ji bo min nîştimanî
Havîna te xweş sare
Dijmin wek gurê hare
Ser te tim ar di bare
Ji dest qirêj gemare
Rêka bin xet rex tera
Şûnwarê dost û yara
Wargeha evîn dara
Mexelên berx û kara
Xeyalên bêrîvana
Çîroka ser zimana
Ji bîr nakim ticara
Îro di dest neyara
Serhildan tim karê te
Geş û qeşeng zarê te
Çiqas xweşe warê te
Ez gorî me bi navê te
Keç û xort mil bi mil
Enî bi deq û çav b'kil
Li serê çol û çolistan
Ceng dikin b'can û dil.
S. Mêrdînî. 26.09.20
Yorumlar
Yorum Gönder