MIŞEXTÎ!
MIŞEXTÎ!
Mişextî û penaberim
L' biyanîyê ez digerim
Çavê windayî dinerim
Hestan ji xwe dirêjim
Çima bê war û berim
Stûxwar û bi keserim
Wekî teva di rê herim
Ez bi biryar, bi qirarim
Li qanûnan guhdarim
Ez ar û pêtên li darim
Li pêl ên avê siwarim
Xwedî bajar û b'şarim
Mêrg û zevîya bizarim
Gula kesk, sor û zerim
Mêrxas û egît û şêrim
Jibo te cangorîyê jîrim
S,mêrdînî. 25.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder