LÊ DELALÊ.



LÊ DELALÊ.


Delal rindê kar xezalê 

Fermo em herin malê

Lê qeşengê lê hevalê

Dil ji bo te tim dinalê


Lê delalê ji te têr nabim

Were rex min eya xanim

Wek şalûl û wek bilbilan

Bi qîr û hewar û fîxanim


Lê xanimê poz bilindê

Serî hişkê dil cemedê

B'wan soz û peymanête

Çav li rê ma ey lewendê


Mal û wêran li serê çiya

Dest bide wek bedewîya

Bi dil û can û li ser pîya

Jîr be nebe wek sêwîya


Lê delal dil bûye xwîne

L' bendî wê warê şêrîne

Bo te dil bû bi êş û jane

Dilê'mi bû bi kul û birîne


Dilê'mi debar nabe bête

Dil û cerg bû ar û pête

Dil nexweşe bêdermane

Çare û rindî bi destê te


Xweş delala li ber vî dilî

Çav reşa nav baxê gulî

Xwezî min te dîsa bidya

Wek demên rojên ewilî


Mêrdînî ji bo te bê hale

Li biyanîyê bi nale nale

Nav nivîna deye li male

Temen çûye em bû kale


Seyda mêrdînî 22.06.18

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL