EM NETEWEK PIR JÎRIN
EM NETEWEK
PIR JÎRIN
Em netewek pir jîr in
Zana û bi heş û bîr in
Em zû ava kin dibistan
Jibo xizmeta kurdîstan
Bixwînin bi zimanê xwe
Em nas bikin dîroka xwe
Xwendin tim serkeftî ye
Ji bo me azad û aşitî ye
Pênûs û çek hevalbende
Ew b'hevra dewlemende
Mixabin bi tenê nikarim
Bar giran û ez bê çarim
Tu kes li dora min nema
Mame nav derd û xema
Keko ger em nebin yeke
Derd û kul dibin geleke
Bibin yek û bi rêz û silava
Daxwaz nayên bi lavelava
Êdî bese keko rêncberî
Him mişextî û koçberî
Gelek jê bûn penabere
Pir kes çûne bê vegere
Netewek ji hev bê parin
Dijmina malê me xwarin
Serê me hişk wekî kevir
Hizb dinav me bûne pir
Jiber ku em nebûne yek
Mirovên baş çûne gelek
S mêrdînî. 21.11.2020
Yorumlar
Yorum Gönder