BIBE NERM !
BIBE NERM !
Bibe nerm,
ji bo ku bibî,
bax û werzê,
dor bi sinc!
Dibînî şûna gul,
lê ku şîn dibit,
di ax û erda,
dor bi sinc!
Bi çavê zende,
tê binêrî ku,
çiqas av nizm,
diçe rê da!
Dema şûna,
ku av gihîştî,
jîn û şahî,
xweşî tê da!
Ew kesê poz,
bilind tucar,
bilind nabe,
tu cîh gehan!
Kesê pesinda,
d'şûna xwe de,
mîna gur rê,
li ser laşan!
S mêrdînî ....
14/02/20
Yorumlar
Yorum Gönder