EZ AŞIQÊ WAN ÇAVÊN TE



EZ AŞIQÊ WAN

                   ÇAVÊN TE 

Ez aşiqê wan çavên te

Dor pêç kirim awirên te

Xelas nabim ji evîna te

Bi rêve naçe jîyan bê te


Peyvên te rind û şêrîne 

Xweşî ji bona min tîne

Nerînên wan çavê şîne

Dil û cergê min d'helîne


Zerî bes dilê'm bi êşîne

Berê felek l'min bi kîne

Dil û hinavê'm bi xwîne

Haya kesî ji min nîne


Tu tuneye ez qet nînim 

Kenê lêvên xem revînim 

Bi nutqên te dil birînim 

Ji bo te ez har û dînim


Penaberim dil jite dûre

Êşa birîna min pirr kûre

Hawir dor tev kirin sûre  

Rê li minbû asê w stûre


Di rêve de baran dibarê 

Şil bûn giya û pelê darê

Tev bûn bi xêr û bi berê 

Jibo eşq û evîna te yarê


S Mêrdînî 16,06.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL