PIR XWEŞ BIBÎNÎ !
PIR XWEŞ BIBÎNÎ !
Gulê tu pir xweş bibînî
Her gav liber çavê minî
Kabûsê li ser sînga minî
Gulek xweşika pir şêrînî
Gul vedibû min bîndikir
Mezin di bû dil ve dikir
Eşq û sewda ji min dibir
Dil û cerg, ar û pêt dikir
Ez dixwazim ji te evînê
Ligel min tu pir şêrînê
Gulê wer dilê min veke
Tuyê xwe tê de bibînê
Evîna te dîn û har kirim
Ezê ji ber te kuda herim
Jite dûrim bi êş û janim
Bibîr û bawer te bibînim
Rojek limin bibe mêvan
Rê ya te biçînim şîlavan
Serjê bikim berxû beran
Tuyê bibînî şabûna dilan
S, mêrdînî 26.05.2020
Yorumlar
Yorum Gönder