DERD Û KULÊ ME WELATE
DERD Û KULÊ ME WELATE
Gelemşa welat ji mêje
Dijmin navê wî nabêje
Hov û xayîn me kir gêje
Derd û kulê me welate
Sedem qilêrokên qirêje
Li cem dijmin hildavêje
Bi dijmin ra agir dapêje
Derd û kulê me welate
Agir berdan nate fînin
Cîh û wara dişewtînin
Me dûrî hevdu dixînin
Derd û kulê me welate
Me dûr xistin ji civatan
Em mane li ber minetan
Ji dest xayîn û xîyanetan
Derd û kulê me welate
Wekî gurê peza xwarin
Ne hiştine cîh û warin
Xezeb li ser me dibarin
Derd û kulê me welate
Em mane dibin xezeban
Dişewitîne dil û kezeban
Xwedê xerak mala sebeban
Derd û kulê me welate
Kurdistan tu bi mêrkujî
Bê ziman lalî nikarî bêjî
Ji derd û kula bûye gêjî
Derd û kulê me welate
Welat gêj bûye ji derdan
Heyfa wan zevî û erdan
Maye d'destê namerdan
Derd û kulê me welate
Jibo welat em evîndarin
Derd û kulan birîndarin
Dil bi kovan dilbi arin
Derd û kulê me welate
Seyda Mêrdînî
03,04,2018
Yorumlar
Yorum Gönder