ÇI KURDIM?
ÇI KURDIM?
Çûme welat, giriyê min hat
Diaxivîn bi biyanî, kurdî hilat
Ziman têk çû, li bakûrê welat
Kurdî nema ye, li nava civat
Bê zar û bê ziman, çi kurdim
Kurdî ji welatê min, pir dûr ket
Ji dayê, mêj da bûme firqet
Bû biyanî, bê cîh û bê hurmet
Kanî welat, ka warê'm rêzgirt
Bê kursî bê dewletî, çi kurdim
Ka guhdarî, derd û kulê zanyara
Çi gotar bê gune, ev êşa azara
Kul û xema can, da ber kesera
Biyanîyê ez kirim, wekî hejara
Term maye bêderman, çi kurdim
Cîh warê bav û kala, kete bin desta
Em ji neyarra bûn xulamê berdesta
Neyar li warê me dijî, em li mişexta
Hewce nîne hê em, mane dilmesta
Welat nexim dil, ranexim çi kurdim
Seyda Mêrdînî, 23.06.2018
Yorumlar
Yorum Gönder