XEWNÊ ŞEVA
XEWNÊ ŞEVAN!
Dîlber laş û giyana minî
Dil û cerg û hinavê minî
Gul û rihana bêhna minî
Roniya herdu çavê minî
Dîlber tîr xist cerg û dilî
Li ser sînga min de kelî
Dil firî ya bê bask û perî
L' sîng û berê dîlber helî
Dil şah bûye sîma ve bû
Mizgîniya xêrê li me bû
Mebestê tevgera xwebû
Ew xwesteka dilê minbû
Dîlber derd û kul û jane
Dil û ceger tev daxdane
Fikr û raman pûç kirîne
Wek sermesta digerîne
Winda bûne xewnê şeva
Ken reviyan ji dev û lêva
Firmêsk dibarin ji çava
Hûrik têne wekî xunava
Êş ji hinav nayê berdan
Jîyan limin bûye zîndan
Ezê çawa bînime ziman
Ev êş ji bo min pir giran
S mêrdînî 09.06.2020
Yorumlar
Yorum Gönder