EZMÛNEK MIN DERBASKIR
EZMÛNEK MIN
DERBAS KIR
Çiqas pirin jibo min dost û yar
Heta ku ez bi dirav û bi dolar
Dibin dildar dûpişk, mişk û mar
Kedî bûn ew hirç û gurê har
Dema dîtin ji min sûde
Li mal hero w diro eyde
Digotin merheba seyda
Dest maçî, ser eniyede
Tim digotin tu pir başî
Tu ji bo me birakî başî
Xeletîyê min ne digotin
Îro evdalek mam lipaşî
Bi dev dost û bi dilsojin
Wek stêrk w hîv û rojin
Metik û xaltîk û amojin
Bi dil pêt û arê bi dojin
Dema li min bûye tengî
Bi hawar û qîr û dengî
Ne dîtim dost bivî rengî
Jibo dirava bûne bengî
Ez difikirim çawa çêbû
Berê dostanî pir çêdibû
Pelê dara'm tev weşîbû
Yan dostî tazî w birçîbû
Çeng û perên xwe vekir
Şûn warê xwe wêran kir
Hal xweşîya xwe bi serda
Min malik li xwe xera kir
Hatenî min xwe nas kir
Mal û milk tev winda kir
Min xelas kir tarûmar kir
Ezmûnek min derbaskir
S Mêrdînî 15.06.21
Yorumlar
Yorum Gönder