ZIMANÊ KURDÎ
ZIMANÊ KURDÎ
Zimanekî xweş û rinde
Ez pê dibim ser bilinde
Zimanê bav û kalê min
Bi wate w dewlemende
Ez netewek gelê kurdim
Serfiraz û ser bilindim
Dilê min tim şikestî ye
Ez şanaz him dilşadim
Ez bi kurdî hatim dinê
Bi nivîs û bi xwendinê
Ziman şêrîn hingivîne
Nadim mal, mikê dinê
Kurdî wek şîr û şerbete
Bextewar tim bi rûmete
Tu bi hebînî wek mileta
Bê ziman tune dewlete
Ziman xelasî ya meye
Dê û bav, birayê meye
Met, xaltîk, xwişka me
Him bapîr û kalê meye
Kesê bi êş û jan û girî
Bi ziman têne çareserî
Zar û ziman dibe ronî
Şewq û şemala vekirî
Ev çi ecêbe dewra dinê
Ger kes nemîne li dinê
Nadim ez bi zarê dinê
Ne bi peyv û axaftinê
S. Mêrdînî, 11.09.20
Yorumlar
Yorum Gönder