LI MALA GEL
LI MALA GEL
Zerî ya kurda kujer kirin
Çavê dayikan hêsir kirin
Dil û ceger bi xwîn kirin
Gelê kurd bi xemgîn bû
Belê xuşka deniz bi tenê
Hay tune ji daf û kemînê
Kefen bû ji elem û xwînê
Keça kurda bê haydarbû
Keça kurd û kurdistane
Neyarê hov li te mêvane
Li ser sifrê taştê û nane
Mêvan kujer te nizanbû
Nîvçe mabû nan û taştê
Li mala gel sifra mewtê
Zeytûn û fringî û çay tê
Ê kujer kir ew mêvan bû
Didin soz û bi peymanê
Tu kes nake girî û şînê
Em ji bîr nakin te şêrînê
Heta ku welat felat bû
Tu raperîn û hevalekbû
Gelek hêja û delalek bû
Ji bo kurda şepalek bû
Di mala xwe tu bijartîbû
Bi wijdan û bi bawer bû
Welatparêz û perwerbû
Pir jinxas û bi ceger bû
Ji gelê xwere birastî bû
Keça kurda dilşewatbû
Can û rihê xwe wê dabû
Li xizmeta mala gel bû
Bê tirs û saw l'ser karbû
Zerî ya kurdan xatir nexwest
Li goristan neda me dest
Kê te didît ew bûn sermest
Te dil li wan guvaştî bû
Emê çawa te ji bîr bikin
Zarên biçûk ji şîr vekin
Pir hewar û qîr qîr dikin
Dil û ceger te dirandî bû
Em nikarin te ji dil derxin
Dil tijî bîr û sarinc û erxin
Kurdê çilo hevdû liberxin
Daw û doza te ji dil bû
Keça kurda canê me bû
Bi sirûd hozana me bû
Nirxê wê gelekî zêde bû
Keça kurda bi hurmet bû
Dilovaniya Xwedê lêbe
Gor ji gulşen û mermer be
Kiryar wek daxwaza wêbe
Xwişka deniz bihuştî bû
S Mêrdînî 18.06.2021
Yorumlar
Yorum Gönder