LO DILO!
LO DILO!
Dilê min bi evîndare
Lê bê dost û bê yare
Lewma bin dest neyare
Tu derd kêşî lo dilo
Dilê min bi derd kêşe
Her dem nav kul û êşe
Kul û derdan di kêşe
Tu delalî lo dilo
Dilê min pir delale
Bê hogir û hevale
Ji bê dewletî dinale
Tu belengazî lo dilo
Dilê min bi birîne
Gulîstan pir şêrîne
Ji bo wê şîn û girîne
Tu feqîrî lo dilo
Dilê min pir bi hêze
Berê wî tim li hevraze
Neyar li pey wî dibeze
Tu hêsîrî lo dilo
Dilê min bê rêbere
Dizîvire li her dere
Hêsîrê dest sîxûre
Tu bin destî lo dilo
S mêrdînî, 21.09.20
Yorumlar
Yorum Gönder