JI EZMANAN!
JI EZMANAN!
Ji ezmanan heta erdê,
hemû tiştên diwan da
Bi destûra xwedayê jor,
tevger dikin tevde tê da.
Keko kûr û dûr binêre,
ka tu jî amede ye tê da
Çiqas tiştê rind û hêja,
delal d'navbêra wan da.
Dibin barê xwedê daye,
tiştê di erd û ezman da
Ju emr û zagonê Xweda,
jê dûr nekev virda wirda
Xwedayê xwe bibîr bîne,
di her dem û xebatê da
Tê bibînî tîrêjên arîkaryê,
li dû hev wê werin tê da
Bike şikurê Xwedê daîm,
nebe reben û êsîr tê da
Rabe pîya bêje Xweda,
tu rûniştî bêje Xweda
S mêrdînî 22/01/2020
Yorumlar
Yorum Gönder