TÊN GOTINA!



TÊN GOTINA!


Tên gotina em yekin 

Weswesa dil gelekin.


Piranî dibin rovik 

Qayîl nabin bi hindik.


Dev timî dibê dewlet 

Derewan dikin helbet

 

Bi dev nêrgiz û lalin 

Dil de bexîl û kulin


Dinêrî dost û yarin

Didilde ew neyarin


Diçine cem neyaran

Dibin benî û heyran.


Em xwedî soza xwenin

Heta gorê bi werenin


Sîxûr zû tên firotin 

B çend dirav û gotin.


Pirê wan mirîd dikin 

Ava tobê l wan dikin.


Ne dibin şixul û karî

Tim digerin ew l parî.


S mêrdînî. 18.11.20

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL