SOSINA MiN!
SOSINA MIN!
Sosina min tu çav reşî
Rûçik bi kenî û bi geşî
Nav baxê gulan dimeşî
Tu rindî xelk bi te şaşî
Şox û şenga min şêrînî
Ji bona welat dil birînî
Di ceng û şer bi halanî
Welat ji dijmina bistînî
Sosinê keçika kurdanî
Lênûsk pênûs te hilanî
Ji dil û can di kir axînî
Welat jibin desta derînî
Derdê min axa welate
Armanc jibo gel xebate
Ji pênûsê hêzê digirim
Laş ji bona welat xelate
Ev hêza bist û nehane
Kurd hîn jî dixew dane
Welat tev hêvîyê mane
Çavê şêx û qazî li wane
S, mêrdînî, 31.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder