XWELÎ LI SERIN!



XWELÎ LI SERIN

1 ...!

Li mişextiyê dipirsim,

Çiqas zor û zehmete.

Bê niştîman ditirsim,

Wek ecêb û sosrete.


Dil bêgune û xeterin,

Nabe car car lê çare.

Li evîna xwe digerin,

Wek cazîba cercere.

2 ...!

Gelî xwedî dewletan

Kanî dadmendî kanî

Ereb û ecem û tûran

Tev de tên vî zimanî


Gurmîn teqîna topan

Çû ye ezman û banî

Sor bû erda niştîman

Ji xwîna qehremanî

3 ...!

Ji ber ku em nezanin

Loma em bûn perîşan

Li nav pençê sê guran

Miletek bi derd û êşan


Derman û çare xwendin

Wek Cegerxwîn gotiye

Bê zanyar û bê zanîn

Cerg û hinav sohtiye

4 ...!

Bi netewa xwe xayînî

Malik li xwe dikî xera

Bi zar û zimanê biyanî

Xwar dikin find û çira


Her xayîn xwelî li serin

Dil hişkin wek kevira

Ji kurdistanê xeyîdin

Li gel dijmin bûne bira


S Mêrdînî 17.06.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL