EW SEBRA DILE
EW SEBRA DILE
Ew sebra dil e
Bê xew xeyal e
Jibo evîndara
Derman li bal e
Ji bo te dînim
Jar û xemgînim
Di evîna te da
Ez xwe dibînim
Ez xwelî li serî
Min azadî nedî
Di jîyana xwe da
Min evînî nedî
Lê çav bi kil e
Ebrû bi zil e
Lêv sorgul e
Xweş delal e
Ziman xweş e
Rûcik çi geş e
Nebim şaş e
Rind û baş e
Li ser delav e
Rûbar û av e
Dil bi xunav e
B'deng û nav e
Bi sewt bilbil e
Ser dara gul e
Şewq û şemal e
Wek kar xezal e
Dost û heval e
Bi rêz delal e
Bi xwedî şal e
Xweştê li bal e
Li baxê gula
Dest da mila
Ar berda dila
Li min bû bela
S,M, 15.06.2021
Yorumlar
Yorum Gönder