WELAT!




WELATÊ EŞQ Û EVÎNÊ!


Welat ê eşq û evînê 

Gelek xweş û şêrînê 

Cîh û wargehên şînê

Dermane ji bo birînê


Welat xweş û delale 

Firat  û  tigris  zelale 

Tev de mazî û dehle 

Dil jibo wî tim dinale


Welat demsal bihare

Sûlav û kanî û robare

Zar û zêç li bêndere

Kêf dikin dost û yare


Welat dil geşa dilan

Wek şalûl û bilbilan

Dixwîne li ser gulan

Ne birojan, ne bisalan


Welatê bi bîn xweşa

Ronî jibo me şevreşa

Bê derman bi dilgeşa

Wê korbe çavê dilreşa


Welatek wek bihuşte

Çiya û zozan û deşte

Dijmin ji xwe ra hişte

Ji bona me xişte xişte


S.Mêrdînî 22.08.2020.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL